CSN daxwaza paşvedayîna perê dike

Piştî lêkolînek fireh CSN, Komîsyona Navendî ya Piştgirîya Xwendinê ji 4 400 kesan daxwaza perê dike. Van kesan piştgirîya maddî ya ji bo xwendinê di sala 2009 an de wergirtibûn, li gor CSNê.

Niha divê ew kes ji 600 kronan heta 40 000 kronan paşve bidin. Li ser 250 000 xwendekarên dibistanên bilind lêkolîn hatine kirin ji wan 300 bi gumana sucê pişgiriyê ji polisre hatine gilî kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".