Torbjörn Karlsson.

Penaxwaz weke kole hatine xebitandin

Zêdeyî 100 belavkarên rojnameyan li rojavayê Swêdê, wekî bajarê Göteborgê, karê xwe wenda kirine. Sedemê vê jî ew e ku wan penaberên bê-kaxiz û rûniştin di şûna xwe de bi pareyeke hindik dane xebitandin.

Torbjörn Karlsson şefê herêmî ya şîrketa belavkariya rojnameyanVästsvensk tidningsdistribution ê û dibêje; tiştekî gelek xerab û nedîtiye ku hîn kes hene ku keda însanên bêparastin bixûn û bi destheqeke biçûk wan weke kole bidin xebitandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".