Êdî yek ninin

Hevkariya sorûkeskan bi dawî bû

Piştî  bi  tenê 2 salên  hevkariya sorûkeskan  gihijte asta bênvedanê.

Duh piştî nîvro seroka partiya Socyaldemokratan Mona Sahlîn ji çapemeniyê re da xuya kirin ku hevkariya li aliyê sorûkeskan karaktera xwe dê biguhrîne.

- Forma sorûkeskan ku  heta hilbijartinê xwe da nîşan û wek ku me baweriya hilbijêran negirtibû, niha navberek didê, lê belê hevdudîtin û pêşdebirina siyasetê bi formek din dê dom bike.

Di sala 2008an de, Sosyal Demokrat, Partiya Jîngeh ( Miljö Partiet) û Partiya Çep ( Vänster Partiet) ragihandin da hevkariya xwe ji bo armanca hikumetek hevbeş ava bikin.

Herçend hilbijartinê de binketin jî  sorûkeskan pêşnîyaza butçê  vê heftê ya de pêşkêş kiribûn. Lê êdî ev hevkarî dê dê sisttir bibe, û hevkariyek nû ji bo hilbijartina sala 2014an jî ne ewqas ne zelal e.

Berdevkê Partiya Jingehê Peter Eriksson diyar  kir ku divê ev ew dem bê biryar dan. Heta wê rojê ev rewş dikare ji binîve bê guhertin, lewra mirov nikare li gor roja îroyîn de bifikire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".