Qanûna bingehî îro tê guhertin

Îro roja çarşemê, parlemento ji bo qanuna bingehin a nû dengdan pêk tîne.Tê de, bi taybet endametiya Yekitiya Ewrûpayê û ku  Swêd civatek pirkulturiyê dê bê nivîsandin.Tenê Demokratên Swêdê li dijê vê dend dide.

Guherandinek din jî ew e ku roja hilbijartinê ji sêyem yekşemê, guheziye duyem yekşema meha îlonê.

Piştî hilbijartinên parlementoyê  , dê parlemento deng bide ka serokwezir têra xwe xwediyê piştgirîye an na. Ger ji nîvê bêtir endamên parlementoyê dengê ”na” bidin,  dê serokwezir dev ji karê xwe berde.

Ji bo hilbijartina kesan jî ast ji sedê 8 an dadikeve sedê 5an.

Herwuha lidarxistina referanduma şaredariyê jî dê hêsantir bibe.

Daxwaza yek ji  sêy endamên meclisa wilayetê dê têr bike ji bo biryarek. Berê diviya ku piraniya dengan werbigirta.

Referandumên rênîşanî di şaredariyan de, dê bikare pêk bê ger  kêmanî ji sedê 10  ji rûniştevanên şaredarî  an jî wilayetan daxwaz bike. 

Parastina li dijê diskriminasyon ango cudatîkirinê jî di qanuna bingehin de ,bê zêde kirin.

Berpirsê qanunê bingehî û profesorê karkenar, Olof Ruin  ji zanista siyasî ji Zaningeha Stockholmê:

-         Bi raya min, bê guman divê endametiya me ya Yekitiya Ewrupayê, bikeve di qanûna bingehî de. Qanûna bingehî dê mêzîna hêzê nîşan bide û herwuha beşdariya me ya Yekitiyê jî bide xuyakirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".