Wêne: Mats Andersson/Scanpix

Ciwanên bê perwerde bêkar û bê alîkarî

Ji bo ciwanan ku xwendina xwe ya liseyê neqedandibin, kar peyda kirin gelek dijwar bûye.

Yek ji çar kesan  ku binê 25 salî ne, îro bêkar in û li gor rapora Tjänstemännen centralorganisation /Rêxistina Karmendan ya Navendî   ji nîvî bêtir kesên neçûne liseyê , sala dawî de qet kar negirtine. Ev yek ji çar xciwanên xwendevanên liseyê nek u bê qarne digerin, û herwuha dikevine nav jiyana bêkarîyê de.

Sendikaya TCO navenda perwerdehiya şaredariyê  pêşniyaz dike ku ciwan ji bo alikarî webigirin nota xwe bilind bikin, wek garantiya  perwerdehiyê.

 Serokê sendikayê  Sture Nordh:

- Divê hinek kes hebin ku ciwanan motive bike û programek şexşî amade bike.  ji bo wan 25 saliyê divê ji wan re bibe mafeke ku notên xwe yên liseyê temam bikin , û ger ew enxwazin beşdarê vê programê bibin, dê nekarin alikariya perê jî werbigirin.

Lê belê  wezira piyesayâ karê bi şik pêşnîyazê dinêre. Û dibêje ku mecbortiyeta perwerdehiyê ne riya rast e lê divê imkanên praktîkê bêtir bibe û herwuha ji bo kardêran  jî divê erzan û hêsan be hilgirtina ciwanan re. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".