Nûçegihanê serbest Urban Hamid gelek car ji Kurdistan û Îraqê ragihandiye.
AZADIYA ÇAPEMENIYÊ LI KURDISTANÊ

Rexnegir têne çewisandin

Azadiya çapemeniyê li Kurdistan û Îraqê di semînerek de li parlamentoya Swêdê hat nîqaş kirin. Di semînerê de ku ji aliyê parlamenterên Aminah Kakabaveh (V) û Bodil Ceballos (MP) ve hat amadekirin rojnamevanên ji başûrê Kurdistanê jî beşdar bûn.

Beşdarekî din Urban Hamid ê ji rêxistina Rojnamevanên Sînornenas e. Bi ya wî, her çendî rewşa li Kurdistanê ji ya herêmên din yên Îraqê baştir be jî, rewşa azadiya rojnamegeriyê li wir jî bi paş ve diçe.

Urban Hamid gelek caran ji Îraq û herêma Kurdistanê nûçe û reportaj ragihandine û bi ya wî rewşa azadiya fikrî û şertên xebata rojnamevanan li seranserê welêt ber bi xerabiyê ve diçe û her weha li herêma Kurdistanê jî, ku ji herêmên din gelekî azadtir e.

Lê pêşkeftina aborî li Kurdistanê derfet daye rêvebir û desthelatdaran ku ji pêşkeftinan feydeyên şexsî bidest bînin.

Ev rewş jî bûye sedem ku bêtir û bêtir rojnamevan rexneyên xwe vekirî dikin, dibêje Urban Hamid.

- Bi vî re tehamûla ji bo rexneyan kêm bûye ji ber ku vana wêneya ku Emerîka Kurdistanê weke mînakeke baş ya demokrasî û azadiya fikrî dide pêş xera dike, tevî ku rêzgirtina mafên mirovan li wê herêmê gelekî pêş ketiye, dibêje Urban Hamid.

Bi ya Urban Hamid yek ji mînakên ka encama helwesteke rexnegir dikare çibe kuştina Zerdeşt Osman e, di 10 gulana îsalîn de li bajarê Mosulê. 

Urban Hamid weke rojnamevanê serbet kar dike û yek ji herêmên xebata wî Rojhilata Navîn û Îrak e. Bahs dike ew sala çûyî li Kêrkûk û Bexdayê bû û bi Kurdistanê re qiyas rewşa rojnamevanan ya li van deveran bêtir xeter e û ev xeterî hem ji aliyê desthelatdaran û hem jî aliyê muxalefet û grûpên çekdar ve tê, dibêje Urban Hamid.

- Lê xeteriya herî mezin rexnekirina hikûmeta Îraqê ye, ev dikare serê mirov bixe belayê. Ev êdî bûye tişteke normal. Ji ber vê jî mirov gelekî aciz dibe û diêşe. Ji ber ku tecrûba ji dema rejima zulumkar ya baasî heye, hêj di bîra her kesî de ye.

- Di demekê de ku şens û derfet ketiye dest ku li Îraqê rêzgirtina azadiya fikrî saz bikin em dibînin ku hêj gelek hêz  hene ku li gorî rojeveke xwe ya siyasî tev digerin û ev jî ji bo rojnamevanan encamên xerab bi xwe re tîne, dibêje Urban Hamid.

Lê bi ya Urban Hamid hêzên baş jî hene ku ji bo demokrasî û azadiya ramanê bi awayeke gelek cesûr û profesyonel kar dikin, lê di heman demê de gelek ronakbîrên îraqî çûne sûrgunê, reviyane derveyê welat.

- Bi heman awayê dema rejima baasî de îro jî gelek rewşenbîrên rexnegir ji ber tehdîtan grupên cûda nikarin li welêt bimînin. Û mixabin ew mirovên zane û jêhatî ku ji bo pêşkeftina Îraqê û demokrasiya welêt girîng in di bin zulmê de dijîn, tên kuştin an jî neçar dibin birevin derveyê welat.

Van salên dawî bi sedan rojnamevan li Îraqê hatine kuştin, dibêje Urban Hamid, lê qedera gelek ji wan nayê zanîn.

- Mixabin li welatên rojavayî pirsa azadiya rojnamevanî tenê dema rojnamegerek rojavayî were revandin an jî kuştin tê rojevê. Lê di derbarê wan nebaşiyên ku tê serê rojnamevanên îraqî de li Swêd û rojava baldariyek tune ye, tevî ku yên herî bi dijwarî dibin hedefa şîdetê rojnamevanên îraqîne, dibêje Urban Hamid ji Rojnamevanên Sînornenas.

Hevpeyvîn: Susanna Einerstam

Amadekarî: Zana Schiroyi

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".