Îraqiyên serî li dadgeha mafên mirovan didin dê êdî nikaribin rê li ber sînorderkirinê bigirin.

Biryara rawestandina zivirandina îraqiyan betal bû

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê biryara xwe ya rawestandina gîştî ya paşveşandina penaxwazan ji bo peytexta Îraqê Bexdayê îro betal kir. Ji vir û pê ve dê serîlêdana her îraqiyek li cem dadgehê li ser bingeheke şexsî were nirxandin. Lê ew derdora 300 îraqiyên ku zivirandina wan a Îraqê berwext hatibû rawestandin dê ji bo demeke din jî karibin li Swêdê bimînin. Dadgeha Mafên Mirovan dê serîlêdanên wan di çav re derbas bike û ev jî tê texmîn kirin dê sisê meh bigire. Heta wê demê dadgeh ji Swêdê daxwaz dike ku kesî paş ve neşeyne Bexdayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".