Kuva: SVT

600 000 kes ji cigarekêşên din dimirin

600 000 kes ji cigarekêşanên kesên din jiyana xwe ji dest didin. Li gor lêkolîna Enstituya Karolinskayê û World Health Organization/ Rêxistina Tenduristiya Cihanê, di cihanê de nêzikê 600 000  kes dê dê zû bimirin  ku yek ji sê ji wan zarok in.

Ev hejmar tenê texminiyek pêşî ye, bêtirin mêr cigare dikêşin yên dikevine xeteriyêjî bêtirîn jin û zarok in li gor Mattias Öberg ku vê lêkolînê pêk aniye.

- Li gelek welatan hema hema  yek ji dû zarokan ketine ber dûkelê cigarên dêûbabên xwe  dibêje Mattias Öberg.

Di sala 2004 an de, nêzikê ji sedê 40 ji hemû zarokan û yek ji sê mezinan ketine ber dûyê cigarekêşên din ku hejmara wan digihije 5, 7 milyon mirovên ku ji nexweşîyên cigarê jiyana xwe dest dane li gor Mattias Öberg

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".