Sibe Roja Nekirînê ye

Sibê şêmiyê roja ” Buy Nothing Day” tê pîroz kirin ango “ Roja Nekirînê” .Ev roj li  hemû mirovên cihanê ku ji  ”civaka serfkarîyê” têr bûne ve tê pîroz kirin. û ev kes li alternativek nû digerin.

Tenê di navbera 1997 heta 2007 an  serfkariya kinc û solan bi 64 ji sedê zêde bûye.

Û îsal berya pîroz kirina Noelê  dê ji herdeman bêtir bên kirîn.

Krîna  kinc û solan hê di dema xortaniyê de destpê dike, ku dikevine kîberkêyek de, ka kî herî berê cilên bi marka û bihagiran bistîne.

Me roja mûçe girtinê telefonan li xwedî û şefên firmayên kincan kir û pirsî ka ew ji bo ”roja nekirînê” çi difikirin.

 Xwedî û berpirsên firmayan:

-Ev ji me re ne ultimat e bêguman. Lê haya min ji xwe ji vê rojê nebû

Dawiya vê heftê mezintirîn rojin di sala îsal de berya Noelê.

Bêguman ez dixwazim ku bikirin. Ev karê min e, ez vê tiştê dikim. Em nikarin lip aş binêrin ka vê rojê bandorek li firotana me kiriye an na-

 Hennes Mauritz ku mezintirîn zincîrefirmaya Swêdê ye nexwest li ser vê rojê şiroveyekê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".