Peter Sunde û Fredrik Neij bi parêzerê hemkarek xwe.

Cezayên korsanan hat kêmkirin û zêdekirin

Daniel Westman huqûqnas li zaningeha Stockholmê:
6:03 min

Hukma Dadgeha Îstînafê (hovrätten) ya li derbarê sisê rêvebirên malpera Pirate Bay hat diyar kirin. Bi ya  hukma ji Dadgeha destpêkê re qiyas cezayê wan yê girtîgehê hat kêmkirin lê tezmînat hat zêdekirin.

Li gorî hukmê îro (în) ji rêvebiran Fredrik Neij bi 10 meh girtîgeh, Peter Sunde 8 meh û Carl Lundström bi 4 meh girtîgehî hatin cezakirin. Tezmînta ku dê ew bidin şîrketên pîlaq û fîlman jî ji 32 milyonî hat bilindkirin î 46 milyon kronî.

Malpera Pirate Bay ji ber şika ku alîkariya binpêkirina qanûna telîfê kiriye hat darezandin.

- Hukma dadgeha îstînafê ya li hemberê malpera The Pirat Bay li ser berpirsiyariya hevkariyê ye – yanî ka berpirsiyasriya wan kesan ku bi derfetên teknîkî û servîsê rê didin binpêkirina qanûnan çi ne. Û ev pirseke girîng e, ji ber ku li ser Înternetê gelek servîsên cûda hene ku rê didin mirovan ku bi awayên cûda materyal parve bikin û belav bikin û vana ji bo armancên meşrû meşrû bikar bînin. Ev di înternetê de tişteke gelek baş û pozîtîf e. Lê di heman demê de ev malper ji bo xwediyên mafê telîfê zehmetiyên mezin çê dikin. Ji ber vê mêzîneke hesas heye di warê berpirsiyariyên wan malperan de ku rê didin xizmetên bi vî rengî, dibêje Daniel Westman, doktorê huqûqa agahiyê li Zaningeha Stockholmê, ji bernama P1-morgon ya Radyoya Swêdê re.

Belê, bingehê dozê ew e ku malpera The Pirat Bay (Kendava Korsanan) li ser înternetê rê û alîkarî dide parvekirina file, yanî parvekirina muzîk, pirtûk, fîlm û programên komputerî û bi vî re qanûna ku mafê telîfê binpê dike.

Yanî ev materyal li ser malpera The Pirat Bay tunene, lê li wir hacetên teknîkî hene ku bi rê ya wê bikar-anênerên înternetê dikarin xwe bigihînin wan, parve bikin û dagirin komputera xwe. Sirf ji ber vê yekê, pêşkêşkirina xizmeketeke teknîkî di warê huqûqî de girîng e û hukmê dadgeha îstînafê dikare emsal, rênîşan be.

The Pirate Bay, ku rêvebirên wê Swêdî ne, ne tenê Swêdê lê li seranserê cîhanê yek ji malperên herî populer e. Û tê bawer kirin ku ta ku îro jî derdora 25 milyon kes bi rêya hacetên teknîkî yên li ser malpera The Pirate Bay, file dadigirin, tevî ku qanûnên nû hene ku dikare kesên xweser ji ber dagirtinê ceza bike, weke qanûna IPREDê.

Sala çûyî dema rêvebirên malperê di Dadgeha destpêkê de hatin darezandin eleqedariyeke mezin ya navnetewî hebû û di raya gîştî ya Swêdê de jî piştgiriyeke xurt çêbû, weke mînak partiyeke bi navê Piratpartiet, Partiya Korsanan li ser wê pêla nerazîbûnê re di hilbijartinan de endamek şandin parlamentoya ewrûpayê.

Lê Dadgeha destpêkê bi awayeke suprîz hukmeke tund da. Çar berpirsên malpera The Pirate Bay her yek bi salekî zindan û bi gîştî 30 milyon kron tezmînatê hatin  ceza kirin. Hem avukatên bersûcan û hem jî dozger hukum îtirazê dadgeheke bilindtir, dadgehan îstinafê kirin.

Di warê hukmê îro yê dadgeha îstînafê de jî eleqdariyekem mezin heye ji çapemeniya navnetewî.

Lê Gelo biryara îro dê bandoreke çawa li ser çanda parvekirin, belavkirin û dagirtina materyalên bi telîf yên li ser înternetê bike pirseke bi gelek bersivên cûda ye, girêdayî kîjin alî bersivê dide.

Li aliyê dozger şîrketên mezin yên navnetewî yên fîlm û muzîkê hene, wekî MGM, Twenty Century Fox û Columbia yên emerîkî. Evana gilîkar in ji ber ku dibêjin fîlm û muzîkên wan bê pare têne belavkirin û bi vî re mafê wan ê telîfê tê binpêkirin. Hukmek dê karibe rê li ber parvekirin û belavkirina bêqanûnî bigire, bawer dike dozger û gilîkar.

Lê avûkatên bersûcên The Pirat Bay jî îddîa dikin heger muwekîlên wan werin cezakirin dê ev bibe dawihatina azadiya fereh ya li ser Înternetê.

Vê nêrînê Fredrik Bernsell jî diparêze ku dîrektorê malpera dold.se ye ku li ser înternetê bi rêya servîsek xizmeta surfkirina nehînî dide mirovan. Bi ya wî yek ji encamên hukmeke li dijî rêvebirên The Pirate Bay dikare sînorkirina operatorên xetên înternetê be. Ku li ser wan jî were ferzkirin ku hîn malperan û kesan asteng bikin.

- Sînorkirina teknîkê ji bo parastina berjewendiyên şîrketan tişteke talûke ye. Elbet mafê telîfê girîng e û divê pareyê wan were dayîn. Lê hîn nirxên din jî hene ku dikarin binpê bibin; berî her tiştî demokrasî. Gelo di cîh de ye ku em di civakeke demokratîk de çavdêriya wan hemwelatiyan jî bike ku şik ji wan nayê kirin. Gelo di cîh de ye ku mirov operatorên înternetê sînor bike û li ser wan ferz bike ku xetên xwe ji hîn kesên xweser re bigirin û gelo dê kê wan sînoran deyne. Mafê kê heye ku bêje destûra vî tiştî li ser înternetê heye lê ne tiştên din. Elbet pirsgirêk divê çareser bibin, lê ev ne rêyeke rêk û pêk e, dibêje Fredrik Bernsell.

Lê Danîel Westman, doktor ji zaningeh Stockholmê baweriya herdû aliyan jî parve nake.

- Hukmek ji dadgehê nikare hal û hereketên însanan biguherîne, ango ku dê ciwan êdî bêqanûnî muzîk û fîlm parve nekin û danegirin. Ji ber vê divê mirov hêviyeke mezin bi hukum bi xwe ve girê nede. Weke mînak cezakirina mêrkujek jimara mêrkujiyan kêm nake, dibêje Daniel Westman.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".