Bi hezaran zarok bi zorî tên zewicandin

Bi hezaran zarok, bêtirîn keç  li Swêdê bi dara zorê tên zewicandin. Her çend  ev qedexe jî be, cezayê vê zewicandin an jî meherkirina zarokan tuneye, lewra gihijtina vê pirsgirekê jî dijwar e. Dibêje parêzer Elisabeth Massi Fritz ku li ser şiddeta namusê jî bisporîyê dike.

Bi hezaran zarok, bêtirîn keç  li Swêdê bi dara zorê tên zewicandin. Her çend  ev qedexe jî be, cezayê vê zewicandin an jî meherkirina zarokan tuneye, lewra gihijtina vê pirsgirekê jî dijwar e.

-Bi hezaran zarok li Swêdê bi zorî tên zewicandin û ez van keçan rojane dibînim û dibîbinim ku ev digihijne encamên gelek xirab. Ku ev ji tundûtujî, tehdît, zordarî û hewwuha sucê cseksuelî ve pêk tê.

 Hejmara van zarokan ku bê dilxwaziya  dizewicin hersal dijware mirov bizane. Ji ber heta reşîd nebin nayên  qeyd kirin, lê li gor lêkolîneke şaredariya Stokholmê ku sala par de çêkiribû, ji sedê 10 keçên bin 15 salî de, ji aliyê malbata xwe ve bi tundî tên çavdêrî kirin. Divê ew keç bimînin û herwuha hevalên mêr negirin.

Elisabeth Massi Fritz par 50 pirsên wiha re mijûl bû ku keç bi dara zorî hatine zewicandin.  Lê belê çend ji van law  jî bûn. Û ew gelek telefonên anonîm werdigire.

- Piraniya van keçik in ku telefon vedikin û hersal di dema bênvedanê tirs dikeve dilê wan   ji ber ku malbat qaşo wan dibe semesterê bi xwe re.

 Herçend zewicandina di bin 18 salî de îllegal jî be, zewicandina, heta nebe sûc nebe û bêceza be,  zehmet e ku ev qanûn derbas bibe dibêje Fritz.

l- Tawankarkirina zewicandina zorî çareya herî giringe , ji bo  berî lê girtinê li gor Elisabeth, lê herwuha dayîna mafê meherbirînê  ji mela û keşîşan jî  ku lewra dikarin zarokan bê qeyda nufusê jî bizewicînin.

-Hingê ku cemaatên olî hebin, mela û  keşîş ku zewacan qeyd nakin em ji vê pirsgirekê xilas nabin.

Herwuha Seyran Duran seroka Yekitiya Jinên Kurdistanê li Swêdê jî li ser vê mijarê ramanên xwe ji mer e ragihand.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".