Xelata wêrekiyê li dijî nijatperestiyê

Ez ne poşman im:
6:09 min

Rêxistina Navendî ya Sendîkayên Akademisyenan SACO, û rêxistina li dijî bertîl û karê ne li rê Transparency International îro xelata “whistleblower da dido mirovan ku di derbarê karên ne li rê yên li cihên xebata xwe de raya gîştî agahdar kirine.

Ji van mirovan re tê gotin ”whistleblower” an jî bi wergera kurdî kesên li dûdik difikînin, yanê zengilê alarmê lê didin. Yek ji xelatgirên whistleblowerpriset Peter Magnusson e, ku li derbarê helwestên nijatperest yên li nexweşxaneya Södertäljeyê de çapemenî hayedar kiribû.

Magnusson gotibû nexweşên ji eslê biyanî li nexweşxaneyê bi helwestên cûdakar yên personel re rûbirû dimînin û tevî ku aşkerekirinên wî encameke nebaş ji bo karê wî da ew ne poşman e.

- Ez ji dil gelekî kêfxweş im ku min behsa wan bûyeran kir. Min ê xwe gelekî xerab hîs bikira heger min vê yekê nekiriba. Ji ber vê ez ne poşman im.

- Lê bi ya min encama vê fedekariyê gelekî giran e. Û ji ber vê yekê divê mirov ji kesên ku di rewşa min de ne daxwaz nake ku di bin van mercên giran de fedekariyeke bi vî rengî bike, dibêje Peter Magnusson, heşîre ji nexweşxana Södertäljeyê.

Belê, çend deqîqe berya weşana Zayele Peter Magnusson xelata fîkandina dûdûkê ya rêxistina navendî ya sendîka karmendan wergirt.

Peter Magnusson çend sal berê rêvebiriya nexweşana Södertäljeyê ji helwestên cûdakar yên personel li dijî nexweşên ji eslê biyanî hayedar kir. Biya wî ev helwest dikarîbû bike ku nexweş, dermankirin, muayene û lênêrîneke şaş wergirin.

- Di helwestên li beramberî nexweşan de lênêrîneke cûdakar hebû. Ev lênêrîn cûdakariyekên negatîf yên bi awayên cûda bûn. Ez û çend hemkarên xwe me nerazîbûn nîşan da û şefan ji vê rewşê agahdar kir, lê em gihan wê qeneetê ku wan vî tiştî cidî negirtin û tu tedbîr negirtin, dibêje Peter Magnusson.

Belê, rêvebiriya nexweşxana Södertäljeyê guh neda Peter Magnusson. Ji ber vê jî wî van kêmasiyan ji çapemeniyê re aşkera kir. Lê di şûna ku pirsgirêk çareser bike rêvebiriya nexweşxanê zorê da ser wî.

- Encamên vî gava min yekser hatin. Wan ez neçarê guhertina demên xebatê kirim. Ji destpêkê ve wan ez sûcdar kirim û ev helwesta wan her berdewam bû. Ji civîna yekem ve wan ji min pirsiyar kirin ka ez çima ji çapemeniyê re axivî me û min ji medyayê re çi gotiye, di şûna ku bala xwe bidin ser çareserkirina wan pirsan ku min destnîşan kirine. Rêvebiriyên ne dixwestin problem nîqaş bikin di şûna wê de ji min re digotin ka min çawa bi aşkerekirinên di çapemeniyê de hemkarên xwe êşandine, dibêje Magnusson.

Lê bi ya Peter Magnusson ne hemû hemkarên wî li dij wî bûn. Reaksiyonên cûda hebûn. Gelek ji hemkaran min pîroz kirin. Lê gelek hemkarên din jî pir aciz bûn, dibêje Peter Magnusson.

Sendîka akademisyenan, SACO, ev xelat bi mebesta wêrekiya Peter Magnusson ya aşkerekirina helwestên nijatperest dide.

Sendîka SACO di daxuyaniya xwe ya xelatê de Wuhan dinivîsîne:

”Karên ne li rê yên aborî û xerabiyên din yên cihên kar her sal mesrefeke gelek bilind çêdike ji bo bacdaran. Her weha baweriya bi daîre û meqamên fermî jî qels dibe. Ji ber vê yekê girîng e ku hîn kes derdikevin pêş û diwêrin behsa van karên ne li rê bikin. Lê gelek kes jî newêrin. Ew dibin hedefa zext û çewisandinên rêvebiriya karbidest û hemkarên xwe. Û êdî zehmet e ku mirov bibêje Swêd berpirsiyariyên xwe yên li beramberî konvansiyona ewrûpayê ya li dijî bertîl û karên ne lir ê bicîh tîne an na, bi taybetî jî di nava sektora prîvat de."

Belê, xelatgira dûem ya fîqandina dûdûkê, whistleblowerpriset, ya îro şewirmend Karin Törnqvist e ku di şîrketa Göteborgs Energi de karên ne li rê û xerab-bikaranîna desthelatdariyê aşkera kiribû. Bi ya wê pareyê bacdaran bê sebeb dihat hebakirin bêyî ku rêvebiriya şîrketê tedbîr wergire. Aşkerekirinên wê û zexta rêvebiriyê ya li ser wê di bernama Uppdrag Granskning ya televizyona Swêdê de hatibûn weşandin.

Karin Törnqvist di vê bernamayê de bi mikrofoneke nehênî çûbû cem şefên xwe ku bi tehdît û zextan hewl dabûn wê bêdeng bikin.

Hem di mesela Karin Törnqvist û hem jî ya Peter Magnusson de karbidest zexteke mezin li ser wan kiribûn ji ber ku ew bi medyayê re têkilî dayneynin. Lê cesareta wan a ku guh nedin zextan encamên nebaş ji bo kar û xebata wan anî.

 Peter Magnusson hîna jî xebatkarekî nexweşxana Södertäljeyê ye, lê ji aliyê rêvebiriyê ve karkirina wî hatiye cemidandin, bi gotineke fermî ew ”ji kar hatiye azadkirin” û li Dadgeha xebatê niha dawekê navbera wî û nexweşxanê de heye.

- Ji ber vê ez hêvî dikim xelata whistleblower, di vê daweyê de pişta min xurt bike, dibêje Magnusson.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".