Wêne: Sandra Lund/Scanpix

Rexne li rêbaza perwerdehiya zimanê zikmakî

Gelek kêmasî di perwerdehiya zarokan de hene ku ji bilî swêdî xwediyê zimanek din in. Çavdêrîya Dibistanê (Skolinspektionen) kontrola nimuneyî di 21 dibistanên bingeh û 21 pêşdibistanan de pêk anîye û rapora wan nîşan dide ku tu yek ji wan dibistanan ne xwediyên kaliteyeke bilind e.

Gelek kêmasî di perwerdehiya zarokan de hene ku ji bilî swêdî xwediyê zimanek din in.

Çavdêrîya Dibistanê kontrola nimuneyî di 21 dibistanên bingeh û 21 pêşdibistanan de pêk anîye û rapora wan nîşan dide ku yek ji wan dibistanan ne xwediyên  kaliteyek bilind e

- Em li hember dibistanan rexnedarin.. ew dibistanên ku xwe nawestînin da bizanin ka pêdiviya xwendekaran çi ye. Ev ne ji bo xwendekarên ku zimanê zikmaki ya wan swêdî  ne ku herdem heman tişt divê.  Divê mirov lê bigere ka pêdiviyî li gor kesan çi ne. Dibêje  Marie-Hélène Ahnborg rêvebera çavderîyê ji Çavderiya Dibistanê/ Skolinspektionen.

Nêzikê yek ji pênc hemû xwendekaran di dibistana bingehî ya Swêdî,  yan bixwe  li derveyê Swêd ji dayikbûne an ji dêûbabê wan wisa ne.

Pir caran ev zarok dikevine rewşekê dijwar de.

Yek ji çar zarokên ku koka wan ne  swêdîye, ,  bê belgenama ji liseyê re ji dibistana bingehî, berdane. Mirov dikare vê encamê bide ber xwendekaran ku bi kok yek ji dehan swêdî ne.

Rapora Çavdêriya Dibistanê dide nîşan ku kêmasi hene di wan hemû 42 dibistan û pêşdibistanande ku hatine çavdêrî kirin. Di 15 ji van dibistanan zarokan wek mînak perwerdehiya nêç ya swêdî wek zimanê bîyanî / svenska som andra språk wergirtine.  16 ji pêşdibistanan de jî piştgiriya ji bo pêşdebirina zimanê zikmakî bêkêr  e.

Pirsgirekeke din perwerdehiyê de ew e ku pêdiviya xwendekaran bêtir bi mînakên ku nêzikê wan bixwe ye heye, ji dewsa mînakên bi swêdî.

Mînakeke erênî li ser vê ku Çavderîya Dibistanê destnîşan dike di rapora xwe de , pêşdibistana Förskolan Snövit li Nässjö ye.  Monica Gunnarson mamosteya pêşdibistanê li wir e.

- Ger zarokek wek mînak  ji Somaliyayê  hatibe, em li   navên ajalên ku li wir hene wek ku ajalên swêdî hebin.  Dibe ku  di welatê Ahmed de fîl hebin. Lê di welatê me de tuneye , lê belê ba me jî rovî û svorik hene.

Li gor Çavderiya Dibistanan divê perwerdehiya swedê firehtir bibe bi herwuha matematîk, fizîk û dîrokê re jî.

Marie- Helen Ahnborg rêvebera çavderiyê ye dibêje ku gelek caran di zanyariyên karmendan de kêmasî hene

-         Divê şîyanekê taybet hebe ji bo pêşdeçûna zimên  , ji bo ku şarezayî bi zimên kar bikin û zanyariyê pêşde bixin.

              FAKTA

- Ev lêkolîn ji aliyê Çavdêriya Dibistanan ve  di 21 dibistanên bingehî de hatiye pêkanîn.

-  Di 16 ji wan 21 pêşdibistanan de ji bo pêşdeçûna zimanê zarokan bi awayek têrker kar nakin.

- 15 ji wan  21 dibistanan ku hatine çavdêrikirin, kêmasiya perwedehiya swedi wek zimanek din heye  (svenska som andra språk)

- 19  ji wan 21 dibistanan de kêmasiya rêberiya perwerdehiya zimanê zikmakê heye

-2 ji wan 21 dibistanên çavdêrî kirî de, zimanê zikmakê nayê pêşwazî kirin ji kesên pêdivî re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".