Wêne: Schalk van Zuydam/Scanpix

Nexweşiya HIV zû nayên dîtin

Gelek ji nexweşên Hîvê li Swêdê zû nayên test kirin. Heta du ji sê ji wan piştî ku hêza bergirîya bedenê lawaz ketiye tên tesbît kirin ku diviya dermankirin zûve destpêbikira. Evê yek di lêkolîna nû ji Enstituya Karonliskayê tê nîşan kirin.

Gelek caran nesaxîyên nexweşan gihijtiyê asta AIDSê ku riska nexweşîyên girantir û mirina zû jî bilind dike.

Ji 100 nesaxan ku beşdarên perwerdehiyê bûne 62 ji wan bîyanî ji derbeyê Yekitiya Ewrûpayê ne. Ji nîva wan bêtir ji salekê zêdetir li Swêdê mane. Lêkolîner dixwazin ku zûtir testkirina wan   mimkûn bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".