Wêne: Mikael Fritzon/Scanpix

Trafîka trênê ji duh ve rawestiya ye

Ji duh ve derengmayinên trênan li gelek cihên Swêdê de pêk hat. Duh roja sêşemê ji ber qutbûna kabloyên elektrîkî trafîka navbera Norrköping û Mjölbyê bi temamî rawestiya. Nêzikê 800 kes neçar man ku roja xwe di trênên rawestandî de derbas bikin. Rêwî dikarîbûn encax duh ber bi êvarê trênê vala bikin.

Her weha li başûra Norrlandê navbera Gävle û Sundsvalê jî pirsgirek derketibû lê niha hatiye çareser kirin.

Heta nîvroya îro tê payîn ku trafîka trênê ya Norrköpingê bikeve rêçê lê dîsa jî Daireya Resmî ya Tarfikê hişyarî dide ku derengî bûn dikarê nava vê rojê de pêk were.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".