Wêne: Johan Nilsson/Scanpix

Butçeya şaredariyan di bin berf û bahozê de ma

Serma û berf dê li ser butçeya şaredariyan ya ji bo pakkirina berfê kufleteke mezintir bibe. Pareyên gelek şaredariyan yên ji bo vê yekê ji niha qediyan e.

- Di destê me de çi alavên berfê hebe em dê bikar bînin. Ev jî mesrefeke mezin e. Em niha bi kamyonan berf bar dikin û dibin, ji ber ku rê bak bimînin, dibêje Stig- Åke Almkvist, şefê kolanê ji şaredariya Mellerudê li Dalslandê.

Ev wêne li gelek şaredariyên welêt tê dîtin. Û li hîn bajaran pareyê xebatên din yên şaredariyê ji bo xebata pakkirina berfê hatiye veqetandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".