Wêne: Christer Fridèn /Sveriges Radio

Helwesta polês ya li dijî romanan hat rexne kirin

Swêdê heta niha 65 kesan ji ber parsekiyê ji sînor der kiriye, tevî ku vana hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê ne. Lewra Ombudsmanê Dadê (JO)  dixwaze li ser xebata polês ya komederkirina buharê lêkolinek pêk bîne.

Ev derkirin li gor paragrafa qanûna bîyaniyan e ku ji salên 1950 pê de derbas dibe. Qanûn dibêje; derkirina parsekan dikare pêk were heger parsek nebidirûstî xwe xwedî bike û parsekiyê tenê ji bo parsekirin û rojderbaskirinê bikarbîne. Li gor qanûna îro ev hê nezelal e ji ber ku mafê hemwelatiyên Yekitiya Ewrupayê heye ku sisê meh li Swêdê bimînin.

Piştî vegerandina 26 romaniyan Ombudsmanê Dadê (JO) lêkolîneke li ser tevgera polisê Stockholmê da destpêkirin, radighîne nûçeyên Televizyona Swêdê.

Polisê Swêdê çend nirxanindinên cûda pêkanîye, ji bo parsekiyê ka qanûn têra vegerandinê dike an na. Her weha Serkarîya Polêsan ya Giştî  jî bawer nake ku  tenê parsekirin ji bo vegerandinê sedemek têrker e.

Şefê Serkarîya Polêsan ya Giştî  beşa kontrolkirina sinor Sören Clerton wuha dibêje:

- Heger kesek li koçê rûne û parsekî bike ev sedemek têrker nine ku hevwelatek vegerînin ku ew  ji EES , ango Herêma  Hevkariya Aborî a Ewrûpayê be. Lê belê ger ev organîze kirîbe û tawankarî bikin an jî zarokan bikarbînin ew dem nirxandin tê guhertin û ev sedem têra vegerandinan dike, dibêje Clerton.

Biryara Ombudsmanê Dadê ya li ser ka tevgera polês qanûniye an na dê di demsala buharê de bê dayîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".