Newzad Hirûrî

Krîza aborî li Kîtebxana Kurdî ya Stockholmê

"Naxwazim li ser girtina kîtebxanê bifikirim"
12 min

Daîreya Şêwirdariya Çandî (Statens Kulturråd) alîkariya ku dide Kîtebxana kurdî bi nîvî kir. Daîreyê ji kîtebxanê re ragihand ku divê ew ji deverên din yên civakê jî fînansman û alîkarî ji xwe re peyda bike.

Bi armanca piştgiriya bi Kîtebxana kurdî re roja şemiyê li Stockholmê galayeke tê li darxistin. Di galayê de navdarên kurd yên wekî Muhammed Taha Akreyî û Niştî Stêrk û ji yên swêdî aktirîs Ingela Karlsson beşdar dibin.

Kîtebxane ji cihê xwe yê li  navenda Stockholmê, Skeppsholmenê, ji ber karê restorasyonê bar kiribû taxa Sundbybergê li Stockholmê. Bi vî re jimara mêvanan û kesên serî li kîtebxanê didin kêm bûbûn û Daîreya Şêwirdariyê vê kêmbûnê weke sebebeke biryara xwe ya kêmkirina alîkariyê nîşan dide. Niha, ji bo careke din bêtir kes karibin werin kîtebxaneyê dê ew bar bikin Medborgarhuset a taxa Alvikê ku li wir çend saziyên din yên kurdî jî hene.

Berpirsê kîtebxaneyê Newzad Hirûrî di hevpeyvînekê de bi Zayele re hêviya xwe bi fedekariya kurdên Swêdê ve girê dide.

Newzad Hirûrî dide zanîn jî ku ji ber kêmkirina alîkariya ji Daîreya Çavdêriyê wan ji sisiyan yekê butçeya xwe wenda kirine. Niha ew ê li cem weqif, rêxistin û fonên swêdî û yên Yekîtiya Ewrûpayê serî li alîkariyê bidin.

- Her weha em bawer in dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê(KRG) jî alîkariyek bide, dibêje Newzad Hirûrî di hevpeyvînekê de li studyoya Zayele.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".