Michael Wood

Sîyaseta fermî ya bêalîtiyê ya Swêdê derewekê ye

Têkiliyên Swêdê yên bi NATO re kûrtir in:
5:00 min

Hevkariya Swêdê ya bi NATOyê re ji bêtirî hatiye diyarkirin kûrtir e, tevî ku divê Swêd welateke bê-îttîfaq û bê-alî be.

Vê yekê balyozxana emerîkî ya Stockholmê di raporeke nehînî de buhara 2007 ji Washingtonê re radighîne û ev yek ji wan belgeyan e ku sîteya Wikileaks aşkera kir û di rojnama Svenska dagbladet de îro hat weşandin.  "Siyaseta fermî ya Swêdê ya bê-îttîfaqiyê derewekê ye" dinivîsîne balyozê emerîkî piştî hevdîtina bi nûnerên hikûmeta Swêdê re.

Piştî diyarbûna van belgeyan serokê Partiya Çep Lars Ohly hikûmetê sûcdar dike ku ew siyaseta parastin û ewlekariyê bêyî haya gelê Swêdê diguherîne.

- Naveroka Siyaseta bê-muttefîkîyê ya Swêdê tê valakirin, dibêje Ohly.

- Û bêyî nîqaşeke vekirî û fermî siyaseta ewlekariyê ya Swêdî tê guhertin. Gelekî ecêb e ku ev nîqaş bi balyozxaneyên dewletên biyanî re tê kirin û ne bi gelê Swêdê re, dibêje Lars Ohly ji bernama Radyoya Swêdê P1-morgon re.

”Siyaseta bê-alîtiyê ya Swêdê çûye tenekeya çopê ya dîrokê”… Ev, gotinên balyozê emerîkî yê Stockholmê Michael Wood e ku di raporeke îstixbarî de ji Washingtonê re hatiye şandin û yek ji wan belgeyan e ku Wikileaks aşkera dike û îro di rojnama Svenska dagbladet de hat weşandin.

Balyozê emerîkî Michael Wood dinivîsîne ku Swêd di resmiyetê de siyaseteke parastinê ya di dema aşîtiyê de bê-muttefîk û dema şer de jî bê-alî dimeşîne. Lê di di rastiyê de hevkariya Swêdê ya bi hevgirtina leşkerî Natoyê de kûrtir e.

Michael Wood ji Washingtonê re wuha dinivîsîne:

”Siyaseta fermî ya Swêdê ya bê-îttîfaqiyê derewekê ye. Swêd di hevkariya ji bo aşîtiyê ya Natoyê de cîh digire û her weha serkêşiya hêza leşkerî ya Yekîtiya Ewrûpa Nordic Battle Group dike”.

Li gorî raporên nehênî balyozxana emerîkî gelek caran bi wezîrê parastinê Sten Tolgfors û berpirsên din yên wezareta parastina Swêdê re hevdîtinan pêk anîne. Swêd weke hevkarek xurt û pragmatic tê nirxandin, ji aliyê balyoz Michael Wood û di raporeke din de jî tê nirxandin ku serokwezîr Fredrik Reinfeldt di warê hevkariya bi Emerîkayê re ji serokwezîrê berê Göran Persson baştir e.

Wezîrê parastinê yê Swêdê Sten Tolfors daxuyaniyeke nivîskî da navenda nûçeyên radyoya Swêdê Ekotê û di wir de dibêje ew ne di wê baweriyê de ye ku agahiyên ji belgeyên nehênî ku Wikileaks aşkera kirine ewqas sansasyonel in. Ew naxwaze naveroka raporên balyozxana emerîkî binirxïne. Tolgfors dibêje, sirf ji ber ku Swêd li Kosova û Afganîstanê bi NATO re hevkariyê dike naye wê wateyê ku endametiyekê ji bo me di rojevê de ye.

Lê bi ya serokê Partiya Çep Lars Ohly, di şûna ku nûnerên hikûmeta Swêdê li derbarê siyaseta  xwe li pêş xelkê Swêdê vekirî nîqaş bikin, baz didin serdana balyozxana emerîkî.

- Ev nîşana serîtewandinekê ye, heger ev belge rast bin. Nûnerên fermî yên Swêdî diçin serdana balyozxana hêza super û girêdana xwe ya bi wan re beyan dikin û daxwaza hevkariyê nîşan didin. Ew tiştên ku Sten Tolgfors û nûnerên din yên swêdî ji balyozxana emerîkî re dibêjin bêtir nêzî rastiyê ye. Rexneya min a sereke ew e ku ev tişt ji gelê Swêdê tê veşartin, dibêje Lars Ohly, serokê partiya çep.

Berdevkê siyaseta parastinê ya Partiya Gel a Lîberal parlamenter Allan Widman di warê nîqaşeke vekirî de bi Lars Ohly re hemfikir e.

- Lê Swêd di halê şer de êdî ne bêalî ye û siyaseta parastinê hatiye guhertin. Bi ya min agahiyên ku di belgeyên nehênî yên emerîkî de niha aşkere bûne di rastiyê de li biryar û raporên vekirî yên hikûmetê de jî cîh digirin, û ne ewqas nehênî ne, dibêje Allan Widman ji bernama P1-morgon re.

Lê Lars Ohly ne îkna ye ku tevahiya partiyên Swêdê di mesela endametiyeke di Nato de samîmî ne.

- Gelek ji wan dixwazin hevkariya bi Nato re xurttir bikin. Wê demê divê ew van fikrên xwe li pêş xelkê nîqaş bikin û ji guftugohan serkeftî derkevin. Divê ew helwestên xwe veneşêrin û piştre jî baz nedin cem balyozxana emerîkî û li wir girêdana xwe îlan bikin, dibêje Ohly.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".