Koçberî nifûsa Swêdê zêde dike

Di serê salê de dê nifûsa Swêdê ji 9 milyon û 400 hezarî derbas bike. Vê yekê reqemên destpêkê yên Buroya Navendî ya îstatîskîkan nîşan dide. Bi vî re jî nifûsa Swêdê bi sala çûyî re qiyas bi 76 hezar kesî zêde bûye.

Koçberiya ji bo Swêdê kêmtir bûye, lê di perspektîfeke dîrokî de hîna jî bilind e. Îro yek ji pênc kesên li Swêdê dijîn yan li derveyê welat hatine dinê yan jî dê û bavê wan li derveyê Swêdê ji dayîk bûne.

Piraniya koçberan ji Somalî, Îraq û Polonyayê ne. Jimara somaliyên koçber bi qasî sala çûyî ye û jimara îraqiyan kêmtir bûye. Lê piraniya wan koçberên ku têne Swêdê swêdîyên ji derveyê welat in ku niha vedigerin welatê xwe.

Her weha koçkirina ji Swêdê ya ji bo derveyê welat jî zêde bûye. Di sala 2010 de 49 hezar kes ji Swêdê bar kirin. Ev jî bi sala çûyî re qiyas zêdebûneke ji sedî 24 e.

Jimara zarokên hatine dinê di nav vê salê de dê bigihe 116 hezarî. Ev jî bi sala çûyî re qiyas zêdebûneke bi sedî sisê ye. Û jimara mirinan jî tê texmîn kirin dê di nava salê de bibe 90 hezar, yanî bi qasî sala çûyî.