Şîdeta li dijî jinan kêm nebûye

Tevî ku hikûmetê sisê sal berê bi armanca têkoşîna li dijî şîdeta zilaman ya li hemberî jinan pîlaneke tevgerê xist pêkanînê asta şîdeta li dijî jinan neguherî ye. Vê yekê rapora nû ya Daîreya pêşîgirtina tewanan, BRÅ, nîşan dide, ku îro hat pêşkêş kirin.

Daîreya pêşîgirtina tewanan, BRÅ, pîlana tevgerê ya hikûmetê ya di warê şîdeta zilaman ya li hemberî Jinan, şîdeta ji ber mebestên namûsê û zordestî û şîdeta li hemberî kesên di têkiliyên hemcinsî de dijîn, nirxandiye.

Hikûmetê ji bo hevkariya di navbera meqamên eleqeder de li ser van babetan baştir bike ji butçeyê milyarek kron pare veqetandiye.

Weke mînak 10 hezar polês li ser vê mijarê di perwerdeyê re derbas bûne.

Lê dîsa jî BRÅ di rapora xwe de digihe wê encamê ku hem zanebûnên li ser van pirsan zêde bûne û bi vî re jî jimara kesên ku giliyan dikin jî bilind bûye.