Hikûmetê biryara girtina balyozxaneyan da

Swêd pênc balyozxaneyên xwe yên li Buenos Aires, Bruksel, Hanoi, Kuala Lumpur û Luandayê digirin. Vê biryarê hikûmetê îro da. Dawîanîna xebata van balyozxaneyan dê di nav sala 2011’an de pêk were. Wezîrê karê derve Carl Bildt dibêje sedemê vê biryara ku dilê mirov di-êşîne qerara  parlametnoyê ya dido hefte berê bû ku butçeya ji bo kansliya hikûmetê bi 300 milyon kronî kêm kir.