Guhdarîkirinên nehênî zêde dibe

Di nava sala dawî de jimara destûrên ji dadgehan yên ji bo nehênî guhdarkirina telefonan, çavdêriya telefonan û çavdêriya nehenî ya bi kamerayan bi sedî 67 zêde bûye. Vê yekê raporeke ji bo hikûmetê nîşan dide ku nûçeyên televizyona Swêdê Rapport xwendiye. Di mesela guhdarîkirina nehênî ya telefonan de destûrên hatine dayîn ji 990 bilindbûye 1659î. Çavdêriya telefonan ji 1455 bilindbûye 2134î û çavdêriya nehenî ya bi kamerayan jî ji 77î bilindbûye 83yî.