Hewayê xerab li rêyên hesinî nehat

Sedî 30ê seferên trênan yên navbera Göteborg û Skåneyê di nava vê heftê de hatin betalkirin. Ji ber rewşa xerab ya hewayê gelek qezayên trafîkê jî rûdane. Gelek wesayît ji rê derketine û li ser rêya E6 li Hallandê dido qeza çêbûn. Her weha li ser hîn rêyan jî kamyon rawestayî mane û trafîkê dane sekinandin. Li Hudiksvallê jî ji ber berfa zêde gelek xetên otobusan seferên xwe rawestandine.

Rêyên hesinî yên li herêma Stockholmê jî ji heweya xerab nesîbê xwe girt. Îro berya nîvroyê jî şîrketa rêyên hesinî SJ sedî 20ê seferên xwe betalkirin ji ber ku trêneke bi arize li îstasyona Flemmingsberg ya Stockholmê rê asê kiribû. Vê yekê jî bandorê li ser çûn û hatina herêmên Mälardalenê kiriye.

Her weha ji ber sermayê gelek elektrîk jî tê serf kirin. Piştî nîvro di nava saatek bi tenê de 27 hezar megawattsaat elektrîk hat serf kirin. Ev nêzî rekora ji sala 2001 e.

Bi armanca teqwiyekirina elektrîkê santrala germkirina bi petrolê ya li Karlshamnê jî ketiye dewrê.