Li Göteborgê doza bertîlê

Dozgerê dewletê Nils-Eric Schultz yê ji Daîreya li dijî bertîlê ya Netewî dide zanîn ku dê doza yekem ya skandala bertîlê ya li şaredariya Göteborgê di destpêka meha çile de were vekirin. Heta niha 18 kes ji ber şika bi rabûna tewana bertîlê hatine gumanbarkirin. Lê ev jimar dikare bigihe navbera 30 ta 40î, dibêje dozger Schultz.

Bi ya dozgerê dewletê Nils-Eric Schultz bi milyonan kron pare di vê karê rûşwetê de dest guhertiye.

Lêpirsîna skandala bertîl û ruşwetê li şaredariya Göteborgê piştî reportajeke bernama Uppdrag Granskning ya Televizyona Swêdê, destpêkiribû.

Bingeha sûcdarkirinê ew e ku şîrketên avakarî û înşiatê bertîlê dane karmendên şaredariyê.

Bertîl ji rêwîtî û karên avakariya bê pare li mal û xaniyên karmendan pêk hatiye.

Li beramberî vê, şîrketên înşiatê fatoreyên mubalexekirî dane hundir an jî ji bo karên ku pêk-neanîne pare wergirtine.