Di şewatê de 8 mirin

Di nav pênc rojên dawî de kêmasî heşt kes ji ber şewatên li malê mirine. Pênc ji şewatên bi mirin encam bûne li herêma Skåneyê qewimîn, radighîne ajansa nûçeyan TT. Heta meha mijdarê bi gîştî 98 kes li Swêdê ji ber şewatên li malê mirin. Nêzî çaran yek, yanî 23 kes di meha çileya sar de miribûn.

Her sal li Swêdê di navbera 100 û 110 kes ji ber şewatên li malê dimirin. Lê sala çûyî jimara miriyan 123 kes bû û sedemê vê jî piraniya caran agirê di şomîne û sobeyan de tê nîşan dan.