Rûn mezintirîn şaşiya pizîşkî ya modern e

Nexweşiya şekir ya tîpa-2, an jî bi naveke din dîabeta temenmeziniyê, ne ji ber xwarina bi rûn lê belê ji ber xwarinên bi karbonhîdrat zêde dibe. Vê yekê 8 doktor îro di rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheterê de dinivîsînin. Doktor dibêjin ”xuyakirina xwarina bi rûn ya weke sedema nexweşiya şekir şaşîtiya herî mezin ya pizişkiya modern e”.

Ji ber vê yekê ew ji nexweşên şekir yên bi tîpa-2 re pêşniyaz dikin ku xwarina bi karbonhîdrat ya wekî nan û birinc kêm bikin û di şûna wê de xwarina bi rûn zêde bikin.