Nebûna sînorê temenî rexne dibe

Li eczaneyên Swêdê sînorê temenî nîn e ji bo kirîna dermanên êşê yê bê reçete. Björn Beerman yê profesorê Daîreya Îlacan vê pergalê rexne dike. Destxistina hêsan ya dermanan, dihêle ku kesên ciwan dermanan bi awayek xeter bi kar bînin û ji ber vê divê sînorê temenî yê 18-salî hebe.     

Ji bo pir tiştên din yên bi tahlûke, weke mînak tûtin û alkolê sînorê temenî heye, Îcar maqûl e ku ji bo dermanan jî hebe, ji ber ku paştesîr, ango bandora di ber re, ya hemû dermanan heye. Û kesên ciwan nizanin baş heq ji karanîna dermanan derkevin, Björn Beerman dibêje.

  

Weke mînak, ciwan dikarin zêde parasetamolê bixwin û xetera mezin jî ev e, li gorî Beerman.

Keşfkirina doza zêde ya parasetamolê, ku madeyek êşbirîn e, zehmet e. Ji ber ku bandorek wê ya yekcarî nîn e lê dema yek zêde parasetamol xwar, divê yek zû berê xwe bide nexweşxaneyê – ji ber ku tedawiya zerarên ku ew li laşî dike, paşê pir zor e:

- Heçî parasetamol e, rojekê piştî doza zêde, birînek giran ya kezebê li mirov peyda dike, ku yek dikare ji ber bimire. Tenê çara wê dikare veguhastina kezebê be – yanî pir ciddî ye. Ji dozên ku tawsiye dibin hema piçek zêdetir dikare bi zerar be, Beerman dibêje.  

Ma gelo karanînek dayîmî dikare girêdanek ango pabendek mîna tiryakiyê li cem mirov çêke?  Profesor Beerman:

- Rîska girêdan ango pabendek fîziyolojîk nîne. Lê dikare fêrbûnek sosyal çêbibe. Mesele, mirov hene ku di devê wan de herdem benîşt heye dicûn lê yek nikare bêje ew tiryakî ne. Ew ên ku dayîmî parasetamol jî bi kar tînin di warê tibî de, ne pabend ango tiryakî ne, Beerman dibêje.  

Ma gelo ev pirsgirêk çiqasî mezin e?

- Hejmarên vê demê niha li cem min nîn in lê her sal çend jehrîbûnên giran tên ragihandin. Girîng e piştî bûyerek wiha, mirov yekser tedawiya dijjehrî bibîne ji bo ku birîna kezebê çênebe, Beerman dibêje.  

Li gorî profesor Björn Beermann argûmana "li eczanê personelên xwedî zanyariyên farmakolojî hene", ne sedemek baş e ji bo ku sînorê temenî nebe ji bo kirîna dermanan li eczanê.

Li gorî berê niha muşteriyên eczanê dikarin bixwe rahêjin dermanan ji refan. Berê yek derman ji farmakologek dikirî, ku dikarîbû şîret û agahiyan bide. Lê niha tiştek din e, Björn Beerman dibêje, ji ber ku niha mirov bi xwe dikarin rahêjin dermanê dixwazin û herin qasê û tenê perê wê bidin:

- Îcar ez tu ferqê nabînin di navbera vê sîstema ku niha li eczanan heye û ya li dukanan.  Erê, farmakolog hene ku yek ji wan bipirse eger bixwaze lê ya girîng ew e ku kesê yek jê dikire, ango li ber qasê, zane be lê îro ne wiha ye li qasa kirînê li eczanê. 

Û ne tenê li eczanê. Divê li malê jî hay ji dermanan bê kirin.

Björn Beerman dibêje yek dikare bi pir awayan rê li qezayên dermanan bigire, lê hêsantirîn e ku yek zêde dermanan li malê nehêle. Ji ber ku bûyerên jehrîbûnê, ku herî zêde di nava keçên ciwan de dibin, li malê dibin.

Bûyerên jehrîbûnê herî zêde dibin dema ciwan ji dolaba dermanan li malê hema radihêjin çi tiştê heye. Îcar divê bi hev re herî zêde bîst heb hebin li malê, ji bo bergiriya qezayên ciddî, profesor Björn Beerman şîret dike.  

Pir dukan dermanên êşê yên bê reçete difroşin ciwanan û wisa qanûnê binpê dikin. Rojnameya Svenska Dagbladetê 100 dukan kontrol kiriye, ku li 58 ji wan, lewheya sînorê 18-saliyê tune bû, ku divê li gorî qanûnê hebûya.