Ji polîsên ewlekariyê civîna çapemeniyê

Polîsê ewlekariyê yê danîmarkî PET tevî polîsê ewlekariyê yê swêdî Säpo bi boneya girtina pênc gûmanbarên terorê, vê êvarê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Li civînê şefê PETê Jacob Scharf û şefê Säpoyê Anders Danielsson amade bûn.    

Di civîna çapemeniyê de hat gotin ku ev serê çend mehan e ku haya polîsê ewlekariyê yê herdu welatan ji planên gûmanbaran hebû û ku wan ew şopandine. Bi vî awayî jî kontrola polîsê ewlekariyê li ser rewşê hebûye.

Anders Danielsson dibêje ku ji bo polîs girîng bû ku ew van kesan heta mimkun bişopînin, hem ji bo ku rê li bûyerek terorî bigirin û hem dadgehkirina gûmanbaran mimkun bikin. Danielsson dibêje ku nirxandina wan a rewşê vê carê rast bû û ku karê bergir û hevkariya bi welatên din re girîng e.

Li gorî Säpoyê tu girêdanek naskirî ya plana gûmanbaran nîn e bi hewldana êrîşê ya li Stockholmê di 11ê çileya îsal de. Hatiye nirxandin ku bandora girtinan dê li asta tehdîta terorî nebe li Swêdê.