Ji polîsên Ewrûpayê hevkariya DNA

Miqayesekirina testên DNA yên nava Ewrûpayê, hêsantir dibe. Armanc ew e ku tomarên DNAyê ji bo hemû welatan diyar bibin bêyî ku nasnameya kesan bê zanîn, li gorî bernameya nûçeyan a Radyoya Swêdê, Ekot.

Di heman demê de dê hejmara nîşanên hevbeş ên tespîta DNA’yê, ango tîpên testan, ji 7an zêde bibin 12an. Halî hazir welatên cûda tîpên cûda ên testan dikin.

Swêd dê di payîza 2011an de databasa xwe, ango tomargeha agahiyan, ji bo welatên din diyar bike.