Tîpa 1 ya nexweşiya şekir nema zêde dibe

Hejmara temenbiçûkên ku bi tîpa 1 a nexweşiya şekir dikevin, nema zêde dibe. Vê yekê, lêkolînek ji zanîngeha Umeå’yê nîşan dide, Radyoya Zanistê a ser bi radyoya Swêdê radighîne.

Di salên 1980- û 1990-î de nexweşî sabît zêde dibû, lê niha ev pêşdeçûn rawestiyaye. Sedemek dikare ew be ku li gorî berê îro kêmtir zarok bi kîloyên zêde ne.

Di cîhanê de Swêd duyemîn welat e ku lê tîpa 1 a nexweşiya şekir zêde ye. Li dora 7000 zarok bi nexweşiyê ne û her sal li dora 700 kesên nû pê dikevin.

Tîpa 1 a nexweşiya şekir di cîhanê de herî zêde li Fînlandê heye.