Dermanê Parkinsonê rê de ye

Lêkolînerên bajarê Lundê mekanizmeyên ku nexweşiya Parkinsonê di mejîyê de belav dikin dîtine. Proteînên nexweş hatine tesbît kirin ku ji di mejiyê de ji hucreyek diçine hucreyek din.

Ev dê bibe formek din ji bo lênêrinên din li gor lêkolîneran ku dê niha cihê destpêka nesaxiyê tesbît bikin û dû re bi dermanên nû belavkirina nesaxiyê rawestînin dibêje Patrik Brundin profesorê zanistiya newroyê ji zaningeha Lundê dibêje ji bernameya nûçeyan a Radyoya Swêdê, Ekot re.

-Di gava bê de em hêvî dikin ku em domkirina nesaxiyê rawestînin. Ev dê bihata wateya ku nexweşên ku nû hatine teşhîs kirin dê dermanên din bikarbianîna û ev derman dê wan nexweştir nekira  herwuha dê nexweşiyek siviktir bijîyana dibêje Patrik Brundin.

Yek ji sed kesên ji 65 sali mezintir nexweşiya Parkonsonê digirin. Ev nexweşî  piştî nexweşiya Alzeimerê duyem nexweşiye ku mejiyê gavbigav têk dibe.

Lêkolîner bawer dikin ku dermanên nû li dijê vê nesaxiyê dê 10 salên din bên peyda kirin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".