Penaber: Foto:Scanpix.

Îsal dê 31000 penaber bên pêşwazî kirin

Di sala bê de Swêd, dê pêşwaziya nêzikê 31 000 penaberan bike, li gor pêşbîniya Daireya Koçberiyê ku  roja çarşemê pêşkêşê hikumetê kir.

Ev hejmar wek ya sala par e.

 Daireya Koçberiyê vê pêşbîniyê dipejirîne lê belê di nirxandinê de nepiştrast e. ev hejmar dikare bilindtir bibe ev jî ger  li welatên Balkanê azadiya vîzeyê pêk bê, û herwuha tendensa bilindbûna hejmara penaberan ji  Eritrea û Afganistanê jî heye.

Li gor pêşbîniya meha 10 an Daireya Koçberan li bendê ye ku xebarên penaxwaziyên kevin nîvsal  derengtir bikeve û heta sala 2012 de biqede.

Ev derengîkirin girêdaya hejmara pênaxwaziyên nû ne ku payiza borî de gelek zêde bûbû.

.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".