Foto: Scanpix

Mesrefa hîleyên bacê ya navnetewî 50 milyar e

Mesrefa hîleyên bacê bi  tekiliyên navnetewî re, nêzike 50 milyar kron ve li ser Swêdê dibe mal. Saya hevkariyên di navbera dewletanda, Swêd wek bihûşta bacê dihate nasîn, di dema îro de bi sedan milyonan jê hatiye veşartin.

Lê belê di analizekê ku Daireya Bacê ya Giştî amade kiriye û ev yek bernameya nûçeyê ya Televizyona Swêd,  Aktuelê de hat ragihandin, diyar dike ku yek ji wan giringtirîn welatan Amerika ye  lewra bê ku eşkere bike, hevkariya xwe bi Swêd re qut kiriye.

Amerikayê piştî sala 2005 an heta niha yek agahî li ser hatinên aborî ji Swêdê re neragihandiye  ku Daireya Bacê bikare  tevbigere.

Siyasetmedarên ji komisyona bacê niha dixwazin ku hikumet li dij Amerikayê tevbigerin -û herwuha Daireya Bacê jî, rastê rexneyan tê, ku heta niha çima ji bo neagahdarkirinê, deng nekirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".