Wêne: Terje Bendiksby/Scanpix Norway

Xeteriyên tîrêjkên lazerê li karxanan de

Hejmara meslekdarên ku rastê tîrêjkên  lazerê tên her ku diçe bilind dibe li gor statîstika Arbetsmiljöverket. Daireya Hawirdora Karê ya Giştî.

Polis, şofêrên otobûsê, û pîlot bêtir dikevine ber vê rîskê.

Nîşankerê lazerê tîrêjkek zirav dide der ku dikare gelek bi hêz be û çavan jî delîne û ger ev tîrêjk  li cihek vekirî bibe di nav 50- 100 metroyê de tuşê çavan bê dikare  perdeya çavê kun jî bike li gor Per Nylèn ji Arbetsmiljöverketê.

Hejmara kesên ku rastê tîrêjkê hatine di sala 2010 an de bi awayek xort bilidn bûye. 65 kesan gilî ji Arbetsmiljöverketê re şandin., ev hejmar ji sala 2009 an 5 car bilindtir e. Lê hejmara ku nehatine qeyd kirin dikare bilindtir jî bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".