Tobias Billström agahdariyên di belgeyên Wikileaksê de inkar dike

Piştî bêdengîya çend rojan ji nûve wezîrê koç, Tobias Billström, axivî derbarê daxuyanîyên wî û wezîrê karûbarên derve Carl Bildt, dan di civînekê de li balîyozxaneya amerîkî li Bagdadê. Ev li gor belgeyên Wikileaksê yên hatin eşkere kirin heftîya derbas bûyî.

Tên gotin ku Bildt û Billström, di nav şîroveyê de, çend kuştinên bi navê rûmet û namûsê anînin ziman yên hiştinin miletê Swêdê merc û şertên tundtir deynin ser siyaseta penaberîyê ya swêdî.

Li gor rapora balîyozxaneya amerîkî, ya Wikileaks wekî çavkanîyê nîşan dide, Bildt gotîye ku ew peymanekê bi Îraqê re dixwaze derbarê vegerandina îraqîyên rûniştin wernegirtibin li Swêdê. Yan na vekirina balîyozxaneyeke swêdî li Bagdadê nedibû.

Rexneyên giran li wezîrê koç, Tobias Billström bûnin ji ber wî ta doh jî nedixwest vê bûyerê şîrove bike. Lê doh axivî û got ku wî tiştek din negotîye di wan civînan de, ji bilî ya ji berê ve hatiye eşkere kirin bi giştî li Swêdê:

-Belê, min tiştek din negotîye ji balîyozxaneya amerîkî re li Bagdadê derbarê sîyaseta penaberîya ya swêdî zêdetir ji ya bi giştî hatiye belav kirin li Swêdê. Lê li hêla din, nerînên min tune nin derbarê naveroka raporên karmendên balîyozxaneya amerîkî dinivîsînin bo Amerîkayê.

Û derbarê eger wî bi rastî gotiye ku, merc û şertên tundtir hatinin danîn ser sîyaseta penaberîyê li Swêdê, ji ber kuştinên bi navê rûmet û namûsê, bi carekê re înkar kir:

- Min tucarî ev yeka negotîye, ne li malê li Swêdê û ne jî di şîroveyên bi Bagdadê re.

Billström nexwest bêje ku naveroka rapora balîyozxaneya amerîka ya geheştîye detê Wikileaks ê, derew e lê got ku ew nikare naveroka raporê bi nirxîn e, ji ber nexwedan wî imkanî ye.    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".