Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Per Nuder dibêje "Na" bo serokatîya partîyê

Hat weşandin måndag 24 januari 2011 kl 15.18
Pär Nuder. Wêne: Gunnar Lundmark/Scanpix.

Di texmîn kirinên derbarê bê kî dê têkeve şûna Mona Sahlin de, bo serokatîya partîya sosîyal demokratan, navê Per Nuder bêhtir û bêhtir tê ziman wekî namzedekî mumkin. Lê diyar e ta nuha bersiva Per Nuder, na ye bo serokatîya partîyê:

-Min tu bersiv yan şîrove yên din tunene nin ji bilî wê ya min her dem gotîyê. Ez ne namzedê vê wezîfê mim û tucarî jî nabim. Gotina min ev e.

Per Nuder eşkere dibêje ku ew naxwaze bibe serokê partîya sosîyal demokratan û bersiva wî qethî ye û wî bersiva xwe daye komîteya rawêj jî. Margareta Winberg, cêgira berê ya serokwezîr, dibîn e ku wezîrê aborîyê yê berê, Per Nuder kesê herî munasib e ta îro bo wezîfeya serokatîyê, bi taybetî eger mirov kesên dijber li alîyê din têxe bîra xwe de:

-Bi serokatîya Per Nuder dê şensê me bo bi serketinê di hilbijartinên sala 2014 de bêhtir bin. Û paralel bi wê re, gerek em bêguman naveroka sîyasî şîrove bikin.

Per Nuder ji berê ve hatîye nas kirin bi yê herî nêzîkî Göran Persson. Ew hem endamê komîsîyona îcra ya parlamanê bû û hem jî ya komîteya birêvebir ya partîya sosîyal demokratan de.

Piştî hilbijartinên derbasbûyî yên 2006, Per Nuder hate hilbijartin bo wezîfeya peyivdarê sîyaeta aborî yê parîyê, lê 24 meha yekê 2008, dest ji karê xwe berda. Û beriya du salan dest ji parlamanê jî berda.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".