Wêne: Mark Earthy/SCANPIX

Guherandina qaideyên mafê rûniştinê tê xwestin

Divê kesên ku xwediyê mafê runiştina daîmî li Swêdê ne , hêsantir bûya ku li welatek din di demekê dirêjtir jî bijîn. Bê rîska paşvestandina mafê wan ya runiştinê.

Ev pirs di lêkolînek dewletî de tê gotûbêj kirin- û ji partiyên parlemenê piştgiriyek xort ji bo qaideyên nermtir heye.

Di rewşa îro de ji wan kesên ku ji salek bêtir li derveyê Swêdê dimînin mafê runiştinê ji Daireya Koçberiyê tê standin ji bilî çend rewşên awarte, wek perwerdehî an jî lênêrîna mêrivên xwe an jî erkek ji dewleta Swêdê.

Li gor Ekot  Beşa navendi ya  nûceyan ya Radyoya Swedê, dê ji wan kesên ku ji hevwelatiyê Swêdê derketibin, dê hêsantir bibe ka hevwelatiya xwe paşve werbigirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".