Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Deynên SMSên xortan kêm, ya jinan bilindtir bûye

Ketina deynên SMSê li icrayê niha gelek kêmtir bûye. Sala par hejmara deynan bi 40 ji sedê kêmtir bû.

Di sala 2010 an de nêzikê 28 000 karên deynê ketine Daireya Icrayê Kronofogden. Li dewsa 46 500 kesan di sala 2009 an.

Hejmara deynên xortan û nekarîne deynê SMS ê kêmkirina xwe di sala par de jî dom kiriye li gor Daireya Îcrayê.

Berevajiyê vê hejmara jinan ku ketine icrayê bi 50 ji sedê bilindtir bûye.  Ev bilindbûn ji bo hemû temenan e, lê yên temenên wan bilind ji hejmara mêran bilindtir e di dema îro de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".