Wêne: Sören Andersson

Dîdara navbera Åkesson û metranê bi aramî pêk hat

Serokê Demokratên Swêdê/ Sverigedomkraterna Jimmie Åkesson  û  metran Eva Brunne duh dîdarek pêk anîn. Ev dîdarî  li dêra Engelbrektê li Stockholmê  bi nêzikê 300 guhdaran ve bi pêk hat.

Payiza çû de di vekirina parlemenê de Jimmie Åkesson Dêra Mezin, Storkyrkan derketibû ji ber ku ew rastî êrişên Brunne hatibû. Lê duh ew, Brunne û rojnamevanê Dagens Nyheterê Maciej Zaremba bi awayek  cûdatir di li ser nirxa mirovan de peyîvîn.

Waqfa Sankta Katharinayê gaziyê wan kiribû ji bo axavtinê bi navê ”Em û ew” – ” li hundir an li derve?”.

Jimmie Åkesson diyar kir ku kesên ku Demokratên Swêdê li dij in, bîyaniyên ku naxwazin bibin ”em” lê  xwe ji civaka swêdî izole dikin û dixwain wek ”wan” dom bikin.

Eva Brunne bersivand ku bi vê awayê ew hersê grup jî dikevine nav gruba ”wan”  de.  Herwuha Brunne dom kir ku baweriya xiristiyanî wisa dike ku ew bi siyasi tevdigere.  Îsa di karên xwe de gelek siyasî bû û wî sinorên navberan nijadan de  û grubên civakê de ji holê radikir. Û nîşan da ku jiyana xiristiyanî li gor peyama dêrê lewra siyasiye.

Ev dîdarî li dij nirxanindinên din ve bi aramî pêk hat.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".