Wêne:Scanpix.

Rewşa penaberan di nezeratxanê de berxeter e

Pirsgireka penaberan  di payîna vegerîna xwe de ku ji sedemên cûda ve naminin  parêzîna Daireya Koçberiyê  de acil bûye. Li Göteborg wek mînak mirovek ku meyildarê xwekujî ye, 25 roj in di nezeratxaneya polis de ye li dewsa ku di parastina  penaberiyê de an jî di Lênêrîna Tawankaran  de bûya.

Mirovek normal herî zêde 4 roj di nezaretxanê de dimîne. Ev ne cara yekem e ku wusa dibe. Piştî payîzê heta niha nêzikê 10 kes ji parezînê penaberiyê di nezaretxaneya polisê Göteborg de mane.

Tê payîn ku lêkolîneke dewletî vê pirsgirekê bide agahdar kirin di van çend hefteyan de lê serkarê polisan, ku serokê polisên Göteborga mezin e  bi tirs

û bêçareye ku yek xwe birastî jî bikuje û hizir dike ku giliya xwe bixwe  ji Nûnerê Parlamentoyê yê hiqûqî  re bike.

 -Ez ku berpirsiyarê vê me niha li bendê me ku tiştek bi rastî şaş biçe. Min bi Lênêrîna Tawankaran  û herwuha bi Daireya Koçberiyê re axaviye û tu kes berpirsiyarî nagire ser xwe.

Dibêje Lars Klevensparr şefê polisê li Göteborga mezin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".