Carl Bildt xwe diparêze hember rexneyan. Wêne:Bertil Ericson/Scanpix.

Bildt xwe diparêze hember rexneyên girêdayê siyaseta penaberyê

Wezîrê karûbarên derve yê Swêdê, Carl Bildt, bo cara yekem diaxive derbarê sedemên vekirina balyozxaneyeke swêdî li Îraqê careke din.

Agahdarîyên ji Wikileaksê belav bûnin hatîye tefsîr kirin ku wezîrê karûbarên derve, Carl Bildt û wezîrê koçberîyê Tobias Billström, merc danîn di şîroveyên bi Îraqê re ku vekirina balyozxaneyekê dibe eger ew peymanekê binivîsînin bo wergirtina penaberên îraqî ji Swêdê.

Lê Carl Bildt, merc û şertên bi vî awayî înkar dike:

-Ev demeke dirêj e me balyozxaneyekê li wê derê heye. Û di dema şer de, hate bal kirin bo Amnê. Û piştî wê me xwest danûstandinên xwe baştir bikin bi Îraqê re, bi awayên cuda. Sedema serekî ew e ku me nêzîka 150 000 kes henin di welatê me de ku ji Îraqê hatinin.

Derbarê agahdarîyên ji Wikileaksê bi danan merc û şertan ser Bagdadê bo vekirina balyozxaneyê, Bildt ronî dike û dibêje:

- Ne bi vî awayî ye. Di pirs û rewşên bi vî awayî de mirov gelek rêyan paralel bi hev re dimeşîn e. Xwestekek me hebû, û balkêşîyek hebû jî ji alîyê Îraqê ve, hem balyozxane, peymana wergirtina penaberan û konsolosxanek li Erbîlê û peywendîyên bazirganî jî.

-Me şîroveyên berfireh li dar xistin bi wezîrê karûbarên derve re yê Îraqê, Zebarî, di hundirê gelek salan de, derbarê van xalan di danûstandina me de bi wan re.

Wezîrê karûbarên derve yê Swêdê, Carl Bildt, hemû agahdarîyên di naveroka rapora balyozxaneya amerîkî de û yên ji alîyê belegîyên Wikileaksê hatinin belav kirin, înkar dike. Di raporê de hatîye nivîsanin ku Carl Bildt, bi şert û mercan ser Îraqê balyozxaneya Swêdê vekirinin careke din, merc ew bû ku Îraq dive ser peymana wergirtina penaberên îraqî yên mafê rûniştinê li Swêdê ji wan re derneketibe, binivîne.

- Ez raporên diblomasîyên amerîkî dinivîsînin derbarê civînên kesî, nanirxinim. Lê dibêje jî ku peymaneke wergirtina penaberan ji me re gelekî giring bû, ji ber ew bingehê siyaseteke penaberîya ya comerd e.

Rexneyên tund hem li Carl Bildt hatinin kirin û hem jî li wezîrê koçberîyê, Tobias Billström, ji ber li gor belgeyên Wikileaksê wan gotine ku dîtinên giştî yên miletê Swêdê negeşbînin ji ber kuştinin bi navê rûmet û namûsê.

Lê li gor Bildt, wî meselên kuştina bi nave rûmetê li Swêdê şîrove nekirinin lê yên li Îraqê dibin şîrove kiriye:

- Ya derbarê zorîya girêdayê rûmet û namûsê, ew e ku em piştgîrîya gelek rêxistinên mafê mirovan dikin.

Lê ew dibêje ku ev yeka wekî mercek yan dextek bi kar neanîye di şîroveya bi Îraqê re. Lê helbetê pirsên girêdayê mafên mirovan di şîroveyên bi nûnerên Îraqê re, şîrove kirinin.

Û derbarê agahdarîyên Wikileaksê, Carl Bildt naxwaze zêde bêje:

- Ez tiştekî nabêjim. Dîblomasîyên bîyanî nanirxînim. Ez gelek raporên dîplomasîyan dibînim û dema min tuneye ku rûnêm û derbirînên wan binirxînim.

Wezîrê karûbarên derve yê Swêdê, Carl Bildt di hevpeyvînekê bi beşê nûçe û hewalên radîyoya Swêdê re, Ekot.

Nuha piştî ku hem Carl Bildt û hem jî Tobias Billström, axivîn û agahdariyên di belgeyên Wikileaksê de belav bûnin, şîrove kirinin, hîna jî endama parlamanê ji partiya jîngehê, Bodil Ceballos gelekî rexnedarê wan e û bi taybetî hemberî gotinên Carl Bildt:

- Min doh bihîst dema wî got ku peymana wergirtina penaberên ji Swêdê tên bingeheke bo siyaseta penaberiyê ya swêdî. Û ev tiştekî nû ye di siyaseta penerîya swêdî de, ku mafê penaberîyê bişert bibe di hebûna peymana wergirtina penaberan de di welatê jê tên.

Bodli Ceballos dibêje ku peymaneke mina vê imkan dide ku ji qanûna bîyanîyan ya swêdî birevin, di rewşên pêwîstiya parastina penaxwazên îraqî de :

- Wê demê mirovên bi pêwîstîya parastinê tên vegerandin, herçend zanin jî ku sazîyên îraqî nikarin û nexwedan imkanê parastina wan in.

Bodil Ceballos gilî li hem Carl Bildt û hem jî Tobias Billström kiriye ba komîsiyona destûra bingehîn. Lê kare çend mehan dirêj bike ta komîsyon li vê dawenameyê binere, li gor Bodil Ceballos, endama parlamanê ji partiya jîngehê.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".