"Ikea bi salane me dixapîne"

100 milyar kronên veşartî di nav wekfekê gelek xef, di bihêşta bacê  Liechtenstein, û çavdêriyek tund li ser Ikea ku dibêje wek baxişandiye. Ev çend wêne ne ku di bernameya Uppdrag Granskning di Kanala Televizyona Swedê de îşev tê nîşandan.

Ingvar Kamprad şirketa bi hêz, Inter Ikeayê bi riya weqfek xef kontrol dike ku ji aliyê firmayek parêzeran ve li Liechsteinê tê rêvebirin li gor rojnameya Dagens Industri.

Weqfa Interago ji aliyê Ingvar Kamprad ve di buhara 1989 de hatiye vekirin. Herwuha Malbata Kampradê xwediyê hêzek gelek mezin in li ser Ikeayê herku Ingvar Kamprad vê iddiayê derewîn dertêxe jî.

Ev sih sal in ku Ingvar Kamprad dibêje ku wî hemû avahiya xwe Ikeayê baxişandiye û iddia dikeku ew nema li ser şirketa xwe ya dêw kontrol dike, ku di dema îro de ketiye piyasaya hemû cihanê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".