17 salên din cigarekêş li Swêdê namîne

Ev pêşbîniya analîtikerên amerikî di komşirketa Citigroup ê ye. Analitiker bawer dikin ku daketineke  ji bo bazirganiya endustriya tutunê pêk were.. Ger cigare şemirandin wek berê dom bike,  endustriya tûtinê li Ewrupayê li Amerikayê û Kanadayê dê heta sala 2030 bi dawî bibe.

 Li gor vê raporê li Swêdê, sala 2028 an de yek cîgarekêş namîne.

Sedema vê diyardeyê jî, ew e ku mirov êdi bêtir li ser tenduristiyê agahdar e û herwuha siyaseta tund ya dewletê.

Åsa Lundquist ku lêkolîner e ji Folkhälsoinstituet û serokê projeyê ye ji bo wezifeya tûtinê ya netewî, dibêje ku ev pêşbînî mizginiyek e lê bawer nake ku Swêd tucarê xwe ji cigare kêşanê bifilitîne.

Li gor wê wan tendensa kêmbûnê nav gelek salan de dîtine, lê hê niha jî mirov gelek di hinek waran gelek kêşan heye bi taybet di nav wan kesên kêm perwerde dîtine, mirovên kêm mûçe werdigirin, û herwuha kesên ku xwediyê kêm endam in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".