Malekê li Malmöyê hate teqandin

 Duh şev li malekê  taxa Kirseberga, bajarê Malmöyê de alavekê teqiya. Di rûdana teqînê de jinek û mêrek bê birîndarî filitîn. Ev alav ji ji aliyê kesên nenas ve hate avêtin û nayê zanîn ka çi alav bû ku teqîyaye.

Li gor raporên çapemeniyê ev alav narincok e ku heta niha jî ji aliyê polis ve nehatiye pejirandin.

Polîsan tu agahdarî li ser kesên ku vê teqînê lidarxistine jî  şîroveyekê nekiriye. Lê belê çapemenî diyar dikin ku  ev tawankarên herî navdar yên Skåneyê ne ku endamên Hells Angels in û hê berê de ji ber tawanên tundûtûjî û şantajê jî hatine hikumkirî bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".