Wêne: Anders Wiklund/Scanpix

Zirinc di nav otomatên qehwê de

Heta 10 car bêtir nîsbeta zirinçê ango qurşûnê di ava germ ya otomatê qahwê de xuya bû li gor Enstituya derman ya hawirdorê bi swêdî institutet för Miljömedicin li Enstituya Karolinskayê liStockholmê. Hûrên hemana birincê ji otomatan diçe û ev tê wateya ku firmayên qehweyan li dij qanûne derdikevin. Divê firma van parçeyan parçeyan biguherîne.

Li enstituyê nisbeta ziriçê, serê litreyek avê, gihijtiye 100 mikrogramê. Bernameya nûçeyan ya Kanala Televizyona Swêdê, Rapport eşkere kir ku firmayên mezin van testan bixwe lidarxistine ji otomatên markaya De Jong Duke, û dîtine ku nisbeta qurşûnê gihijtiye 150 mikrogramê.

Firma naxwaze şirove bike berya ku bêtir test bên çêkirin lê otomatên xwe yên qehwê jî daxistine. Enstituya  Miljömedicin jî herwusa.

Heta niha nayê zanîn ka di otomatên din de jî jêçûna qurşûnê hene an na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".