Wêne: Marcus Frånberg

Hê niha jî parazît nav ava Östersundê heye

Du meh berê şaredariya Östersundê ji bo parazîtên rûvîyê di avê de, rûniştevanên xwe hişyar kiribû. Heta nihajî nayê zanîn ka ew parazîta bi navê crypto-sporidium çawa ketiye nav ava kaniyê de  û herwuha nayê zanîn ka heta kengê dê 50 000 rûniştevanên Östersundê , kengê ava xwe bê kelandin bikar bînin.

Ev mehek e ku parzûnek nû di nav tesîsa avê de hatiye bicih kirin  û niha  32 mil dirêjayî de avavexwarinê di şaredariyê de av tê werdidin dibêje berpirsiyarek ji herêmê Rickard Jonsson

Di heman demê de lêkolîna polîs jî dom dike ka kê xwediyê vê tawanê ye ku parazît derbasê avê bûne. Lê ev ancax heta havînê bê zelal kirin.

Bêtir ji 12 000 kes ji ber parazîtê nesax ketine lê lênerîna nexweşîyê  dibêje ku ev hejmar hê bêtir in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".