Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

SD piştgiriya pêşniyaza hikumetê dike

Wezira  Adalatê Beatrice Ask û hikumeta aliansê niha ji bo pêşniyaza xwe ya rexnegirtî re ji Demokratên Swêdê piştgirî werdigirin. Pêşniyaza di derbarê wênekêşiya  xweseran ( şexşî) ku tê wateya  binpê kirina herêma takekesiyê (integritet).

Kent Ekeroth endamê parlementoyê ji partiya Demokratên Swêdêvê pêşniyarê erênî dinirxîne li gor rojnameya Dagens Nyheterê.

Çend rêxistin û klubên çapemeniyê wek Tidningutgivarna, Journalistförbundet, û Pressfotografernas klubb bal dikşînin ser gefek din ku ev encam dikare xwesensûrê di nav rojnameyande bêtir bike.  Û herwuha ev dikare azadîya gotina bîrûbawerîyê  ya yasayî jî tehdît bike

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".