Sê gumandarên terorî re 4 hefteyên din girtîgeh

Wan sê mêrên  ku li Danmarkê bi gumana planên terorî li dij  rojnameya Danimarkî Jylland Postê, hatine binçav kirin, dozger dixwaze 4 heftêyên din jî di girtîgehê de bin.

Wan hersêsê mêrên  ku li Danmarkê bi gumana planên terorî li dij  rojnameya Danimarkî Jylland Postê, hatibûne binçav kirin.

Dadgeha danimarkî li Glostrupê ku derveyê Kopenhagê ye, biryar da ku hersê girtî heta dadkirina bê 4 heftêyên din jî girtî bimînin.

Ew  ku 29 meha borî de hatibûne girtin. Ev hersê jî vê gumanê red dikin û di lêpirsînê de qet deng nakin dibêje dozger Helene Schröder.´

Mêrek dîtir jî ji ber gumana têkildariyê ve di girtigeha Swêdî de din bin çav de ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".