Wêne: Jessica Gow/Scanpix.

Dadgeh ji wergeran nerazî ye

Gelek ji dadgehên swêdî ji wergeriyên zimanên din û kêmasîya wergerên pispor nerazî ne. Lewra Daireya Karûbarên Dadgehê dixwaze ku dadgeh bixwe bikarin peymana wergeriyê werbigirin û herwuha ew bikarin li ser agahdariyên wergerên sondxwari çavdêrî bikin, ji bo ewlehiya adaletê bilindtir bikin.

Wek mînak danûstandinên bingeh di mehkemê li bajarê Luleå ya bakûrê Swêdê, roja sêşemê diyar kir ku ev pirsgirek peydabûne.

Mehkeme ji ber şaşwergeriyê hat  rawestandin. Li gor şahîdan werger di navbera ingilizî û swêdî de wergerandiye û li gor biryara hemû kesên di mehkemê de, hate rawestandin.

Daireya Karûbarên Dadgehê berpirsiyarê peymana bi wergeran re ye lê

Serkarîya Polîsan ya Giştî   vê xizmetê lidarxistiye. Di vê danûstandinê de daxwaziya wergerên edaletê yên sondxwarî nehatiye kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".